Amerîka dixwaze Qeterê weke “hevalbenda sereke ya derveyî NATO” bi nav bike
Nûçeyan Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden got, Washington dixwaze Qeterê wekî “hevalbendeke sereke ya derveyî NATO” binav bike, ji bo pêwendiyên leşkerî û bazirganî di navbera her du welatan de berfirehtir bibin.
Serokê Amerîka Joe Biden di hevdîtina bi Emîrê Qeterê Temîm Bin Hemed re li Koşka Spî, eşkere kir, wan li ser mijarên ewlehiya Rojhilata Navîn, enerjiya cîhanî û piştgiriya ji bo Efxanistanê gotûbêj kirine.
Li gorî nûçeya “BBC” Emîrê Qeterê, hevdîtina xwe ya bi Biden re bi “berhemdar” bi nav kir û da zanîn, wan gotûbêj li ser pêşhatên herêmî û navdewletî kirine
Hat aşkere kirin, herdu aliyan li ser peymanek mezin ku li gorî wê Qatar Airways dê firokeyên Boeing 777X bi 20 mîlyar Dolaran bidest bixe, li hev kirine.
Di civînekê de li Ofîsa Oval, Biden got, ew plan dike ku di demek nêzîk de, Kongressa Amerîkî ji biryara xwe ya derbarê dewleta Kendavê ya dewlemend agahdar bike.
Biden ji rojnamevanan re got: “Qatar dostek baş û hevkarek pêbawer e. Ez ê Kongressê agahdar bikim ku niyaza min a destnîşankirina Qeterê wekî hevalbendek sereke ya derveyî NATO heye.
Qeter mezintirîn dabînkera gaza sirûştî ya şil e li cîhanê. Eger krîza li ser Ukrayna, astengiyê bixe pêş şandina gaza Rûsî bo Ewropayê, dibe ku gaza Qeterê li şûna wê bigire.