Li Tirkiyê ji ber sermayê 19 koçberan canê xwe ji dest dan

Dixwestin derbasî Yûnanistanê bibin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Edîrne yê Tirkiyê 19 koçberên ku dixwestin derbasî Yûnanistanê bibin, ji ber sermayê canê xwe ji dest dan.

Parêzgariya Edîrneyê vê sibê bi daxuyaniyekê ragihand: “Piştî lêgerînan, mixabin termên 7 koçberên din hatin dîtin.”

Parêzgariyê duh ragihandibû ku li navçeya Îpsala ya Edîrneyê, termên 9 koçberên ku ji ber sermayê qerisîbûn, hatine dîtin. Herwiha vê sibê 4 termên din jî hatin dîtin.

Tevî 11 koçberên ku îro termên wan hatin dîtin, di nava du rojan de hejmara koçberên ku ji ber sermayê canê xwe ji dest dane, gihişt 19 kesan.