5 xeletiyên dema şûştina diranan
Gelek lêkolîn derdixin holê ku tendirustiya diranan bandoreke mezin li ser tendirustiya hemû laşê mirov dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Gelek lêkolîn derdixin holê ku tendirustiya diranan bandoreke mezin li ser tendirustiya hemû laşê mirov dike, loma divê paqijkirina dev û diranan li pêş hemû karên rutîn ên rojane be.
Di nûçeyeke Russia Today de Bijîşkê Diranan û Rêveberê Kompaniya Quest Dental Payal Bhalla bal kişandiye ser 5 xeletiyên dema şûştina diranan:
1 – Girîngînedana şûştina ziman, gelek bakterî li ser ziman kom dibin, loma divê dema şûştina diranan de ziman jî were şûştin.
2 – Di dema şûştinê de bi firçeyê zextê li diranan nekin, dibe ku ev bibe sedema hatina xwînê an goştê diranan biêşîne.
3 – Neguhertina firçeya diranan, firçe divê weke hemû kelûpelên din piştî demeke bikaranînê, were guhertin, herî kêm her sê mehan carekê divê firçeyeke nû bi kar bînin.
4 – Xemsariya li ser paqijkirina firçeya diranan, îhtîmal heye li çend cihên cuda yên firçeyê paşmahiyên xwarinan mabin û firçeyê pîs bikin.
5 – Şûştina diranan di demeke kin de, divê demeke taybet ji bo şûştina diranan were veqetandin û neyê paşguhkirin, herwiha divê hemû kelûpel û berhemên şûştina diranan werin bikaranîn.