Li Bedlîsê 122 koçber hatin girtin

Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê û 4 navçeyên wê, di nav 8 otomobîlan de 122 koçber hatin girtin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê û 4 navçeyên wê, di nav 8 otomobîlan de 122 koçber hatin girtin û derbarê 11 kesan de jî bi tohmeta ku hatina koçberan organîze kirine lêpirsîn hat destpêkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Parêzgariya Bedlîsê ve hatiye belavkirin, di navbera 6-22ê Sibata 2022ê de ji aliyê hêzên ser bi Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr ve li dijî qeçaxçîtiya bi koçberan operasyon hatine kirin.

Di vê çarçoveyê de, li xalên pişkinînê yên jêr kontrola cendirmeyan di nav 2 otobûs, barhilgirek, 2 minîbûs, 2 otomobîl û taksiyeke ticarî de 117 Afxanîstanî, 4 Pakîstanî û 1 Burmayî bi giştî 122 koçber hatin girtin ku bi rêyên qeçax derbasî Bakurê Kurdistanê bûbûn.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, cendirmeyan dest danîne ser 3 pasaportên sexte û 14 belgeyên sexte daku pê bikaribin di xalên pişkinînê re derbas bibin.

Herwiha derbarê 11 kes û fîrmayên veguehstinê de jî bi tohmeta ku hatina koçberan organîze kirine lêpirsîn hat destpêkirin. Hat ragihandin ku piştî bidawîbûna karûbarên yasayî koçber radestî Îdareya Koçê ya Bedlîsê hatine kirin.