Mela Mistefa Barzaniyê Nemir li Bakurê Kurdistanê hat bibîranîn
Serokê Nemir Mela Mistefa Barzanî li Diyarbekirê ji aliyê partiyên siyasî, siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskaran ve bi helbest, panel û semîneran hat bîranîn.
Diyarbekir (K24) - Serokê Nemir Mela Mistefa Barzanî li Diyarbekirê ji aliyê partiyên siyasî, siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskaran ve bi helbest, panel û semîneran hat bîranîn. Lêkolîner û nivîskaran bal kêşandin teybetmendiya Mela Mistefa Barzanî ew e ku rêbaza wî her dem bo tekoşîna azadiya Kurdistanê sûdbexş e.
Serokê Tevgera Azadiya Kurdistanê Serokê Nemir Mela Mistefa Barzanî di 43. Salvegera wefatqa xwe de li Diyarbekirê bi çalakiyan hat bîranîn.
Çalakiya yekem li Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bû ku derbarê Barzaniyê Nemir de helbest hatin xwendin û bi beşdariya Lêkolîner û Nivîskar Kerem Serhedî semînerek derbarê jiyana Mela Mistefa Barzanî de pêşkêş kir û amaje kir ku Mela Mistefa Barzaniyê Nemir hemû kêliyên jiyana xwe bo zzadiya Kurdistanê xerc kiriye û kariye ji hemû îdeolojî û baweriyan tekoşerên Kurd li dora xwe bicivîne û doza neteweyî bike yek armanc.
Kerem Serhedî diyar kir: “Rêbaza Nemir Mela Mistefa Barzanî rêbazek wisa ye ku di roja me de jî hêja ye û girîng e. Mela Mistefa Barzanî dikarî 100 sal pêşiya xwe bibîne. Dixwest ku yekîtiya kurdan pêk bîne.”
Ji bo bîranîna Mela Mistefa Barzanî çalakiyek jî li Partiya Demokrata Kurd hat li darxistin. Çalakî bi beşdariya Partiya Maf û Azadiyan HAKPAR û mafnas û siyasetmedar Îbrahîm Guçlu hat pêşkêşkirin.
Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd Reşît Akici anî zimên ku rêbaza Mela Mistefa Barzaniyê Nemir ji bo hemû siyasetmedarên Kurd rêya azadiyê ronî dike.
Reşît Akici ragihand: “Di roja me de jî çi dema em gavek bo doza neteweyî davêjin Serokê Nemir tê bîra me û çavê me lê digere. Li Bakurê Kurdıstanê jî siyasetmedar û neviyên serokên nemir di rêbaza wî de ne û divê rêbaza wî neye jibîrkirin.”
Pêşengê Tevgera Azadiya Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî di 1ê Adara 1979an de li paytexta Amerîkayê bajarê Washingtonê koça dawî kir û paşê jî bi merasîmeke girseyî di sala 1993yan de gora wî bo devera Barzan hat vaguhastin.