Li Bakurê Kurdistanê amadekariyên Newrozê dest pê kir

Newroza sala îsal bi dirûşma ‘Niha dema serkeftinê ye’ pêşwazî dikin.

Diyarbekir, wêne: K24
Diyarbekir, wêne: K24

Diyarbekir (K24) - Xebata Tifaqa Kurdistanî bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Heremên Demoratîk (DBP) amadekariya pîrozbahiyên Newroza 2022’an dikin. HDP û DBP bi partiyên Kurdistanî yên ku di nav tifaqê de cîh digirin re, ragihandin ku ew dixwazin Newroza îsal bikin destpêka pêkhatina azadî û wekheviyê.

Hevserokê Giştî yê HDPê Mîithat Sancar ragihand ku ew Newroza sala îsal bi dirûşma ‘Niha dema serkeftinê ye’ pêşwazî dikin û bi daxwaza azadîxwazî dê pîroz bikin

Sancar daxuyand ku şirîkên desthilatdariya Tirkiyê, ji aliyekî ve di televizyonan de bi Kurdî weşan didin kirin, li aliyê din jî fermîbûn û perwerdehiya zimanê Kurdî asteng dikin. Lê ewê di Newroza îsal de bi partî û aliyên din yên Kurd û Kurdistanî û demokrat re daxwaza azadî û serkeftinê bikin.

Hevserokê HDP’ê bal kişand ku heta wekhevî pêk neyê û mafên gelê Kurd yên rewa neyên nasîn, aşitî û azadî jî nikare bê sazûman kirin, loma jî dixwazin bereyeke berfireh ji bo ji holê rakirina neheqiyan û pêkanîna wekheviyê saz bikin.

Mîthat Sancar da zanîn ku Newroz wek nîşaneya azadîya gelê Kurd e û ew ê jî bi daxwaza azadiyan li qadan pîrozbahiyê bikin.