Li Semsûrê erdhej rûda!
Li navçeya Çîlikan a parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.3 pile erdhej rûda.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Çîlikan a parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4.3 pile erdhej rûda. Erdhej li bajarên derdorê jî hat hîskirin.
Li gor agahiyên Serokatiya Rêvebirina Rewşa Awarte û Karesatan (AFAD); li navçeya Çîlikan a parêzgeha Semsûrê bi hêza 4.3 pile erdhej rûda.
Hat ragihandin ku erdhej di demjimêr 15:38an de 7.06 kîlometre di bin erdê de qewimiye.
Herwiha erdhej li bajarên derdorê yên weke Dîlok, Meletî û Rihayê jî hatiye hîskirin.
Li gor zanyariyên destpêkê, di erdhejê de zirar negihîştiye can û malê ti kesî.