4 milyon zarokên Ukraynî aware bûne
Rêxistina UNICEF a ser bi Neteweyên Yekbûyî eşkere dike, ji destpêka şerê Ukraynayê ve, nîvê zarokên Ukraynayê aware bûne.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina UNICEF a ser bi Neteweyên Yekbûyî eşkere dike, ji destpêka şerê Ukraynayê ve, nîvê zarokên Ukraynayê aware bûne.
UNICEF ragihand; ji ber şerê Ukraynayê û êrîşên Rûsyayê bo ser wî welatî, ji 7.5 milyon zarokên Ukraynî, 4.3 milyon zarok aware bûne.
Li gor daxuyaniya UNICEF, 1.8 milyon zarok bo derveyî Ukraynayê çûne, 2.5 milyon zarok jî li nav axa Ukraynayê aware bûne.
Rêveberê Cîbicîkar ê Rêxistina UNICEF ragihand; piştî Şerê Cîhanî yê Duyem, ev yekem rewş e ku wisa bilez û hejmareke mezin zarok awareyî welatên cîhanê dibin.
Herwiha hişyarî dide cîhanê ku awarebûna zarokan bandoreke mezin li ser nifşên nû dirust dike.
Rêveberê Cîbicîkar ê Rêxistina UNICEF eşkere dike ku di êrîşên Rûsyayê de 81 zarok hatine kuştin, 108 zarok jî birîndar bûne.
Li aliyê din, Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) jî ragihand; Rûsyayê 64 êrîş bi ser baregehên çavdêriya zarokan de encam dane, ji bilî wê zirar dane 500 dezgehên taybet bo perwerdehiya zarokan.