Li Tirkiyê projeyasaya daxistina benda hilbijartinê hat pesendkirin

Projeyasaya derbarê daxistina benda hilbijartinan de li Encûmena Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê hat pesendkirin û benda hilbijartinê daket ji sedî 7.

Navenda Nûçeyan (K24) - Projeyasaya derbarê daxistina benda hilbijartinan de li Encûmena Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê hat pesendkirin û benda hilbijartinê daket ji sedî 7an.

Roja 31ê Adara 2022yan projeyasaya derbarê daxistina benda hilbijartinê û çend guherînên din ên yasaya hilbijartinan de bi piraniya dengan li Encûmena Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê hat pesendkirin. Di çarçoveya wê yasayê de benda hilbijartinê li Tirkiyê ku ji sedî 10 bû, daket ji sedî 7 û ev yek bi awayek fermî li wî welatî bû yasa.

Projeyasaya nû ya hilbijartinê ji aliyê partiyên desthilatê yên AK Partî û MHPê ve bo parlamentoyê hatibû pêşkêşkirin û bi piraniya dengên wan hat pesendkirin.

Ji derbeya leşkerî ya sala 1980ê û vir ve benda hilbijartinê li Tirkiyê ji sedî 10 bû. Wê demê dihat gotin ku ew benda hilbijartinê ji bo ku partiyên Kurdan wek partî nekevin parlamentoyê hatibû danîn.

Lê niha partiyên opozîsyonê dibêjin, "desthilatê benda hilbijartinê ji bo ku şîrîka wê MHP di bin benda hilbijartinê de nemîne bo ji sedî 7 daxistiye."

Li gor piraniya rapirsiyên ku vê dawiyê tên kirin AKP, CHP, ÎYÎ Partî û HDP benda ji sedî 10 derbas dikin, lê MHP di bin wê benda hilbijartinê de dimîne.