Jûra Endezyarên Avahiyan: Mizgefta rûxiyayî qaçax e
Hat amajekirin ku ew înşaata rûxiyayî qaçax e û destûrên wê yên fermî nehatine wergirtin û ji pişkinînê jî derbas nebûye.
Diyarbekir (K24) - Jûra Endazyarên Avahiyê Ya Diyarbekirê derbarê bûyera ruxîna qubbeya înşaata mizgefta li navçeya Rezan de civînek çapemeniyê li dar xist. Hat amajekirin ku ew înşaata rûxiyayî qaçax e û destûrên wê yên fermî nehatine wergirtin û ji pişkinînê jî derbas nebûye.
Ji aliyê Jûra Endazyarên Avahiyê Ya Diyarbekirê ve derbarê bûyera ruxîna qubbeya înşaata mizgefta li navçeya Rezan de civînek çapemeniyê hat li darxistin.
Di civînê de Sekreterê Şaxa Jûra Endazyarên Avahiyê Ya Diyarbekirê Ejder Akcan daxuyaniyek xwend û amaje kir ku Mizgefta Hacî Bakî Çelîk a ku di înşaata wê de ruxîn rû dayî destûra fermî wernegirtiye û avahiyek qaçax e û divê derbarê vê yekê de lêpirsîn vebe û berpirsiyar jî hesabê vê tawanê bidin.
Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku di fermiyetê de qada ku mizgeft lê tê avakirin wek qada rekreasyonê ango qada şînkayîyê tê desnîşankirin û her çiqas paşê ji aliyê qeyyum ve wek qada îbadetê hatibe guhertin jî li ser dozvekirinê dadgehê biryar daye ku ew qad, qada rekreasyonê ye û ji ber vê yekê jî çêkirina mizgeftê di wê qadê de neyasayî ye.
Di daxuyaniyê de bal hate kêşan ku xebatkarên di çêkirina mizgeftê de dixebitîn jî bê tedbîr û bê sîgorta kar dikirin ku ev jî aliyek din ê neyasayî ye.
Jûra Endazyarên Avahiyê Ya Diyarbekirê da zanîn ku wan berê derbarê avahiyên wisa yên qaçax de gilî kirine lê çi gavek nehatiye avêtin û pirsî ku gelo derbarê mizgeftta qaçax de qet gavek hatiye avêtin û gelo dê Şaredariya Rezan gavek biavêje an na?
Di 13ê Nîsanê de li Navçeya Rezan, Taxa Bagcilarê, nêzîkî Qada Newrozê demjimêr 09.45ê Qubbeya Înşaata Mizgefta Hacî Bakî Çelîk ruxiyabû û encamê de 6 karker birîndar bibu ku rewşa karkerekî giran e.