Asayîşa Rêveberiya Xweser li ser şewitandina ofîsên ENKSê daxuyaniyek belav kir
Di daxuyaniya Navenda Ragihandina Asayîşê de hat ragihandin ku kesên nenaskirî 5 ofîsên ENKS û partiyên wê şewitandine û reviyane.
Navenda Nûçeyan (K24) - Asayîşa li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek derbarê şewitandina ofîsên ENKS û partiyên wê de belav kir.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandina Asayîşê de hat ragihandin ku kesên nenaskirî 5 ofîsên ENKS û partiyên wê şewitandine û reviyane.
Li gorî daxuyaniyê Asayîşê, ev êrîş bo ser ofîsên ENKS binpêkirina yasayên Rêveberiya Xweser e û bandorê li aramiya navçeyê dike.
Asayîşa Rêveberiya Xweser di daxuyaniyê de diyar kir ku komîteyên wê derbarê van êrîşan de dest bi lêkolînê kiriye daku êrîşkar bên eşkerekirin û dadgehkirin.
Herwiha Asayîşê ragihandiye ku hêzên wê, pasevanî ji bo ofîs û baregehên ENKS û partiyên wê, tund kirine.
Ev di demekê de ye ku li çend bajarên Rojavayê Kurdistanê, ofîsên partiyên ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) hatibûn şewitandin.