Erecî: Kampa Holê li ser asayîşa Iraqê çavkaniya metirsiyê ye

Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî eşkere dike, Kampa Holê li ser asayîş û seqamgîriya Iraqê çavkaniya metirsiya rasteqîn e.

Kampa Holê
Kampa Holê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî eşkere dike, Kampa Holê li ser asayîş û seqamgîriya Iraqê çavkaniya metirsiya rasteqîn e.

Qasim Erecî diyar kir: “DAIŞ metirsiya rasteqîn e li ser asayîşa cîhanê, divê em rûbirûyî wan bibin, bi taybetî Kampa Holê li ser seqamgîriya Iraqê metirsiyeke rasteqîn e.”

Erecî destnîşan dike ku Iraq hêvî dike, mijara Ukraynayê bi dawî bibe û bandorê li ser Iraqê dirust neke.

Kampa Holê li Rojavayê Kurdistanê ye, 13 kîlometre ji sînorê Iraqê dûr e, 70 hezar kes ji malbatên endamên DAIŞê ku di şer de hatine kuştin an jî dîl hatine girtin, tê de dijîn.

Di Kampa Holê de 20 hezar jin û 50 hezar zarokên malbatên çekdarên DAIŞê dijîn, ji bilî wê 400 çekdar pasevaniya wê kampê dikin.

Fly Erbil Advertisment