Biden: Lêçûnên piştevaniya Ukraynayê gelek in, lê em nikarin di vê mijarê de bêalî bin

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, ji Kongresa welatê xwe daxwaz kiriye, rizamendî li ser xerckirina bi qasî 33 milyar Dolarên din ji bo alîkariya Ukraynayê nîşan bide.

Serokê Amerîkayê Joe Biden
Serokê Amerîkayê Joe Biden

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, ji Kongresa welatê xwe daxwaz kiriye, rizamendî li ser xerckirina bi qasî 33 milyar Dolarên din ji bo alîkariya Ukraynayê nîşan bide.

Joe Biden li Koşka Spî axivî û diyar kir: “Lêçûnên piştevaniya Ukraynayê gelek zêde ne, lê belê Washington nikare li hember wan tawan û dijminkariya Rûsyayê ku li dijî Ukraynayê dike, bêalî be û temaşe bike.”

Serokê Amerîkayê destnîşan kir: “Em êrişî Rûsyayê nakin, em alîkariya Ukraynayê dikin ji bo ku berevaniya xwe li hember dijminkariyên Rûsyayê bikin. Amerîkayê ji bo rûbirûbûna her tankeke Rûsî, 10 çekên dijetank dane Ukraynayê.”

Biden eşkere kir, êrîşkirina bi çekê atomî, berpirsyarane nîne û Amerîka nahêle Rûsya bi gefa birrîna enerjiyê, siyaseta bizdandinê li hember Ewropayê bimeşîne û petrol û gaza xwe weke zextek li ser Ewropayê û xweveşartina ji sizayan bi kar bîne, ku ji ber êrişên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê, bi ser Moskowê de hatine sepandin.