Serokomarê Tirkiyê û Şahê Erebistana Siûdî civiyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro di demjimêr 20:50an de bi firokeya taybet gihîşte bajarê Cide yê Erebîstana Siûdî.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro di demjimêr 20:50an de bi firokeya taybet gihîşte bajarê Cide yê Erebîstana Siûdî.

Recep Tayyip Erdogan li Qesra Selam a li Cideyê ji aliyê Şahê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz ve bi merasîma fermî hat pêşwazîkirin.

Erdogan û Selman piştî civîna ku ji çapemeniyê re girtî birêve çû, bi hev re derbasî şîvê bûn.

Hat diyarkirin ku di hevdîtina Erdogan û Şah Selman de dê têkiliyên navbera Tirkiye û Erebîstana Siûdî ji hemû aliyan ve hatin nirxandin û derfetên pêşxistina hevkariyê hatin nîqaşkirin.

Şanda Tirkiyê li Firokexaneya Cideyê Şah Ebdulezîz ji aliyê Emîrê Mekkeyê Mîr Xalid Feysel, Balyozê Riyadê yê Tirkiyê Fatîh Ulusoy û Nûnerê Daîmî yê Teşkîlata Hevkariya Îslamî Mehmet Metîn Eker û rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Dadê Bekir Bozdag, Wezîrê Xezîne û Darayî Nûreddîn Nebatî, Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu, Wezîrê Çand û Geştyariyê Mehmet Nûrî Ersoy, Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Mûş, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim, Serokê Îstixbaratê Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin bi Erdogan re bûn.

Fly Erbil Advertisment