'Li Rihayê xwekujekî DAIŞê hat girtin'
Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê xwekujekî DAIŞê ku amadekariya çalakiyê dikir, hat girtin.
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve xwekujekî DAIŞê ku amadekariya çalakiyê dikir, hat girtin.
Serdozgeriya Komarî ya Kilîsê di çarçoveya lêpirsînekê de, di memoriyekê de gelek belgeyên DAIŞê bi dest xistine.
Hat ragihandin ku belgeyên rêxistina DAIŞê xebatên bi hevahengiya Serokatiya Daîreya Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê, hatine deşîfrekirin û operasyon dane destpêkirin.
Di encama operasyonê de gumanbarê bi navê Beşşar el Mizhen ê bi nasnavê "Ebu Enes El Qahtanî" ji aliyê Midûriyeta Şaxa TEMê ya Rihayê ve hatiye desteserkirin û di lêgerîna li mala wî de gelek malzemeyên dijîtal hatine bidestxistin.
Hat ragihandin ku gumanbar bi rêveberên payebilind ên parêzgeha Şamê re pêwendî daniye û xwestiye çalakiyeke xwekujiyê encam bide.