Bi biryara Serokwezîr Mesrûr Barzanî Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Soran tê vekirin
Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê eşkere kir, bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Soran tê vekirin.
Hewlêr (K24) – Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê eşkere kir, bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Soran tê vekirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê, bi mebesta pêşvebirina sektora geştûguzariyê li îdareya serbixwe ya Soranê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryara damezrandina Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Soran da û ev biryar ji îro ve dikeve warê cîbicîkirinê.
Wezareta Bajarvaniyê eşkere kir, li gor fermana Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku wêneyekî wê arasteyî Wezareta Bajarvanî û Geştûguzariyê û Îdareya Serbixwe ya Soranê hatiye kirin, îro pêncşemê 19ê Gulana 2022yan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar da, Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Soran were damezrandin, weke di biryarê de hatiye diyarkirin, ev ferman ji îro ve tê cîbicîkirin.