Erebistana Siûdî geştên welatiyên xwe bo 16 welatan qedexe kir

Rêveberiya Giştî ya Pasaportê ya Erebistana Siûdî navên 16 welatan belav kir, ku geştên welatiyên Erebistanê bo wan welatan hat qedexekirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Pasaportê ya Erebistana Siûdî navên 16 welatan belav kir, ku geştên welatiyên Erebistanê bo wan welatan hat qedexekirin, di nav wan de Tirkiye û Îran jî hene.

Ji ber vîrusa Koronayê (Covid-19), Erebistana Siûdî geştên welatiyên xwe bo welatên Lubnan, Sûriye, Yemen, Lîbya, Somalî, Efxanistan, Hindistan, Etiyopya, Kongoya Demokrat, Endonezya, Ermenistan, Belarus, Tirkiye, Îran, Viyetnam û Venezuelayê qedexe kir.

Herwiha mercê geştkirina bo welatên din ên Erebî ew e ku dema bidawîbûna pasaportên wan zêdetirî 3 mehan mabe, ewên ku geşta welatên biyanî jî dikin, divê dema bidawîbûna dema pasaportên wan zêdetirî şeş mehan bibe, ligel vê yekê jî, divê doza sêyem a vaksînê wergirtibe, ewên ku kêmtirî 3 mehan di ser wergirtina doza duyem a vaksînê re derbas bûbe, dikarin geştê bikin.