Termê Elî Qazî îro digihe Herêma Kurdistanê
Termê Elî Qazî li ser erkê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Almanyayê bo Herêma Kurdistanê tê vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê ji K24ê re ragihand, îro termê Elî Qazî li ser erkê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Almanyayê bo Herêma Kurdistanê tê vegerandin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji K24ê re diyar kir, di merasîmekê de li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, pêşwazî li termû Elî Qazî tê kirin.
Biryar e, piştî temambûna merasîma pêşwazîkirinê, termê Elî Qazî li goristaneke bajarokê Kelarê bi xakê bê spartin.
Parêzgarê Hewlêrê pêştir ragihandibû ku Îranê razemendî daye ku termê Elî Qazî li bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê bi xakê were spartin. Lê piştre berpirsên Îranê malbata Qazî li Mehabadê agahdar kir ku nabe merasîma sersaxiyê were kirin, malbata Qazî ew yek qebûl nekir, ji ber wê termê Elî Qazî dê li Kelarê bi xakê bê spartin.
Elî Qazî, kurê bi tenê yê pêşewa Qazî Mihemed roja 10ê Tîrmeha 2022an di temenê 89 saliyê de li bajarê Bonnê yê Almanyayê koça dawiyê kiribû.
Elî Qazî sala 1933an li bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Piştî çend salan ji rûxana Komara Kurdistanê, berê xwe da Almanyayê û lê bi cih bûbû.