Hikûmeta Iraqê: 29 hezar Iraqî li Kampa Holê mane

70 hezar aware li kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê mane, ku ji wan 29 hezar kes xelkê Iraqê ne.

Hewlêr (K24) - Hikûmeta Iraqê ragihand, 70 hezar aware li kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê mane, ku ji wan 29 hezar kes xelkê Iraqê ne.

Wekîlê Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê Kerîm Nûrî ragihandiye, heta niha 50 kampên koçberan li nav Iraqê hatine girtin, lê hîn 26 kampên koçberan li Herêma Kurdistanê mane.

Kerîm Nûrî eşkere kir, piştî temambûna hûrbîniya ewlehiyê û bi hevahengiya ligel aliyên pêwendîdar, 300 malbatên aware yên nişteciyên Kampa Cedhe, vegeriyane cih û warên xwe.

Nûrî eşkere kir ku di kabîneya niha ya bi serokwezîriya Mistefa Kazimî de, 50 kampên awareyan li Iraqê hatine girtin û tenê 26 kamp li Herêma Kurdistanê mane û hîn nehatine girtin.

Herwiha eşkere kir, niha 70 hezar aware li Kampa Holê niştecî ne, ku ji 29 hezar kes xelkê Iraqê ne.

Beriya niha zêdetirî 600 malbatên aware yên Iraqî ku piraniya wan jin û zarok in, ji Kampa Holê bo Iraqê hatin vegerandin û li Kampa Cedhe ya li başûrê parêzgeha Neynewa hatin bicîkirin.

Fly Erbil Advertisment