HDP: Saziyên navdewletî li hember kuştina zarokên Kurd bêdeng in

Berdevkê Komîsyona Mafên Zarokan a HDPê Huseyîn Kaçmaz ragihand, di nava du mehên dawî de ji ber êrîşên Tirkiyê 8 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 11 zarok jî birîndar bûne.

Berdevkê Komîsyona Mafên Zarokan a HDPê Huseyîn Kaçmaz
Berdevkê Komîsyona Mafên Zarokan a HDPê Huseyîn Kaçmaz

Enqere (K24) – Berdevkê Komîsyona Mafên Zarokan a HDPê Huseyîn Kaçmaz ragihand, di nava du mehên dawî de ji ber êrîşên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê, 8 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 11 zarok jî birîndar bûne û got: “Mixabin sazî û dezgehên li Tirkiye û saziyên navdewletî û her kes bêdeng mane.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyeke çapemeniyê êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava şermezar kir û di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di êrîşên dawî yên Tirkiyê bo ser Rojava bi dehan zarokên Kurd hatine qetilkirin û saziyên navdewletî jî hemberî van êrîşan bêdeng dimînin.

Berdevkê Komîsyona Mafên Zarokan a HDPê û Parlamenterê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz ragihand: “Mixabin deshilatdariya AKP Û MHPê polîtîkayên dijberî Kurdan her çar parçeyên Kurdistanê bi israr politikaya şer dike. Di van polîtîkayên şer de jî êrîşên hewayî taybetî bi firokeyên bêfirokevan, van çend mehên dawî êrîşên xwe zêde kirine.”

Huseyîn Kaçmaz destnîşan kir: “Di van êrîşên hewayî yên du mehên dawî de 8 zarokan jiyana xwe ji dest dane û 11 zarok jî birîndar bûn. Mixabin sazî û dezgehên li Tirkiye û saziyên navdewletî û mixabin her kes bêdeng mane.”