Dadgeha Federal a Iraqê derbarê hilweşandina parlamentoyê de dicive

Beriya niha ragihandibû, desthilata wê ya biryara li ser vê mijarê tune ye.

Dadgeha Federal a Iraqê
Dadgeha Federal a Iraqê

Hewlêr (K24) – Dadgeha Federal a Iraqê ragihand, roja 30yê Tebaxa 2022yan derbarê mijara hilweşandina Parlamentoya Iraqê de rûniştineke taybet dê li dar bixe.

Dadgeha Federal li ser vê mijarê daxuyaniyek derkir û ragihand: “Dadgehê biryar da, rûniştina xwe ya li ser daxwaza hejmara 188 a federal, ku ji aliyê Sekreterê Kutleya Sedir Nesar Zexîr El Rebîe ve hatiye pêşkêşkirin, paş bixe bo roja 30yê Tebaxê.”

Dadgehê eşkere kiriye ku naveroka giliyê li ser hilweşandina parlamentoyê û pabendkirina Serokomar bo destnîşankirina dema hilbijartinên giştî li gor hikmên madeya 64 a destûra federal e.

Beriya niha roja 14ê Tebaxa 2022yan, Dadgeha Federal a Iraqê red kir ku desthilata wê ya hilweşandina Parlamentoya Iraqê hebe.

Herwiha ragihandibû, erkê Encûmena Dadwerî li gor madeya 3 ya yasaya Encûmena Bilind a Dadwerî ya hejmara 45 a sala 2017an hatiye destnîşankirin û bi giştî erkê wê bi îdareya dadweriyê ve girêdayî ye û ti desthilateke wê ya ji bo destwerdana di karûbarên desthilatên yasadan û cîbicîkirinê de tune ye û ew bingeha cudabûna sê desthilatan peyrew dikin, weke ku di madeya 47 a destûra Komara Iraqê de hatiye.

Fly Erbil Advertisment