Nêzîkî 80 koçberên Kurd di ava Yûnanistanê de asê mane

Koçberên Kurd ku piraniya wan xelkê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ne, di ava Yûnanistanê de asê mane û jiyana wan di metirsiyê de ye.

Hewlêr (K24) – Nêzîkî 80 koçberên Kurd ku piraniya wan xelkê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ne, di ava Yûnanistanê de asê mane û jiyana wan di metirsiyê de ye.

Rojnamevan Piştîwan Caf li Yûnanistanê ji K24ê re ragihand, koçberên Kurd ên di deryayê de asê mane, di sînorê ava Yûnanistanê de ne û motora keştiya wan xera bûye, koçber ji demjimêr 19:00ê êvara duh ve asê mane û heta demjimêr 22:00ê şevê hewl dane motora keştiyê tamîr bikin, lê belê nekarîne keştiya xwe tamîr bikin û kaptanên keştiyê, koçberên Kurd bi tenê hiştine.

Piştîwan Caf diyar kir ku koçber di ava Yûnanistanê de asê mane û pêwendiya wan bi welatê Tirkiyê tune ye û piraniya wan ji bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê ne.

Caf destnîşan kir ku wan hêzên pasevaniya peravan a Yûnanistanê agahdar kirine, lê belê destê alîkariyê ji bo wan nehatiye dirêjkirin û nexwestina koçberan rizgar bikin.

Herwiha eşkere kir ku hêzên Yûnanistanê bi qestî koçberan rizgar nekirine û dema dîtine bi silamet in, dest ji wan berdane, da ku ew berê xwe bidin Îtalyayê û li nav Yûnanistanê neyên tomarkirin.

Rojnamevan Piştîwan Caf got, niha keştiya koçberan gihîştiye nêzîkî ava Îtalyayê û ji ber nemana xeta înternetê, pêwendiya wî bi wan re qut bûye.