Li sînorê Soran dengê çar teqînan hat bihîstin

Li gundekî ser bi navçeya Soranê dengê çar teqînan li pey hev hatin bihîstin û li gor zanyariyên destpêkê, ew deng, dengê êrîşa firokeyeke bêfirokevan bûye.

Hewlêr (K24) – Li gundekî ser bi navçeya Soranê dengê çar teqînan li pey hev hatin bihîstin û li gor zanyariyên destpêkê, ew teqîn êrîşa firokeyeke bêfirokevan a ser otomobîlekê bûye.

Qaymeqamê Navçeya Soranê Mexdîd Erîf Ehmed ji Kurdistan24ê re ragihand, bi firokeya bêfirokevan, devereke nêzîkî gundê Tarawe yê ser bi nahiya Xelîfan hat bombebarankirin.

Mexdîd Erîf Ehmed eşkere kir: “Heta niha ti zanyariyek derbarê ziyanên bombebaranê de li ber dest tune ye.”

Li gor zanyariyên destpêkê, otomobîlek hatiye armanckirin û ti zanyarî li ser hûrgiliyên bûyerê neketine ber dest.

Fly Erbil Advertisment