2 hezar xwendekar li Eyn Îsayê ji xwendinê bêpar dimînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Eyn Îsa û gundewarê başûrê Girê Spî nêzîkî 2 hezar xwendekar ji xwendinê bê par dimînin, ji ber ku 23 dibistanên li wan navçeyan dikevin ser xeta temasê ya di navbera hêzên ser bi artêşa Tirkiyê û HSDê de û ew dever bi berdewamî rastî êrîşan tên.
Li Rojavayê Kurdistanê roja 18’ê Îlonê sala nû ya perwerdehiyê dest pê dike. Rêveberiya Dibistanên Giştî li Girê Spî ji bo sala xwendinê ya 2022/2023an, dest bi amadekariyên destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê dike û mamoste ji bo dibistanan erkdar kirine.
Di vê derbarê de, Derbarê Berdevka Rêveberiya Dibistanên Giştî ya Girê Spî ya dagirkirî Cuman Îsa diyar kir ku di 97 dibistanan de hemû amadekarî ji bo sala xwendinê hatine kirin. Lê dibistanên gundê ku dikevin ser xeta temasê yên bi grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, ji wê yekê bêpar mane.
Cuman Îsa da zanîn jî, ji ber berdewamiya gef û êrîşên hêzên ser bi Tirkiyê li ser wan gundên dikevin ser xeta temasê, bi hezaran xwendekaran ji mafê wan ên xwendinê bêpar mane. Ev sala çaran li ser hev dibistanên gundê (El-Mastûr, El-Cedîde, Swêd, El-Fatsa, Xalidiye, Dibs, El-Sewwan û dibistanên din) ji proseya perwerdehiyê bêpar dimînin.
Her wiha diyar kir, nêzîkî 2 hezar xwendekaran li wan dibistanan ji proseya perwerdehiyê bêpar dimînin.
Tê pêşbînîkirin, îsal hejmara xwendekarên herêma Girê Spî li gorî amarên Rêveberiya Dibistanên Giştî, bigihe 9 hezar û 700 xwendekarî û proseya perwerdehiyê jî bi çavdêriya 480 mamosteyan bê kirin.
Herêma Girê Sipî ji Mijdara 2019an ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hatiye dagîrkirin, gundên di navbera Girê Sipî û Eyn Îsayê de yên di destê HSDê de jî, hema hema bi awayekî rojane rastî êrîşan tên.