Îran navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê topbaran dike

Topbaran heta niha berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Zozanên Berzîn û Hornê û çend navçeyên din ên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatin topbarankirin

Rêveberê Nahiya Sîdekanê Îhsan Çelebî ji K24ê re got, îro piştî nîvro demjimêr 15:25 topxaneya Îranê dest bi bi topbarana zozanên Berzîn Gurê Saye û zozanênên Hornê bi giranî topbaran kirin.

Derbarê ziyanên topbaranê de Rêveberê Nahiya Sîdekanê got, heta niha ti ziyanên canî nebûne, lê belê topbaran berdewam e.

Li gor zanyariyan, cotkar û koçer li wan navçeyên ku tên topbarankirin hene.