Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 5 kes ji gundekî Efrînê revandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 5 welatiyên Kurd ji gunekî Efrînê revandin.
Jêderekî taybet ji K24ê re ragihand, grûpa çekdar a navê “Sultan Murad” roja 20ê Îlona 2022an, 5 welatiyên Kurd ji gundê Qota yê navçeya Bilbilê revandin.
Kesên hatine revandin Ehmed Reşîd Mistefa yê 75 salî, Mistefa Menan Sîdo, Hemze Mistefa Mistefa, Eslan Şaban Sîdo û Ebdulqadir Şaban Sîdo ne.
Diyar kir her pênc bi tometa ku berê pêwendiya wan wan bi Rêveberiya Xweser re hebû, hatine revandin û niha ew li girtîgeha nahiya Bilbilê girtî ne.
Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, zêdetir ji 8 hezar Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.