Mesrûr Barzanî derbarê projeyên veberhênanê de fermanek da
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman daye ku eger projeyên veberhênanê, ji sedî 75 kêmtir pişta xwe bi destê kar ê xwemalî ve girê bide, mohleta projeya veberhênanê neyê dayîn.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman daye ku eger projeyên veberhênanê, ji sedî 75 kêmtir pişta xwe bi destê kar ê xwemalî ve girê bide, mohleta projeya veberhênanê neyê dayîn.
Berdevkê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê li Parlamentoya Kurdistanê Pêşewa Hewramanî li ser hesabê xwe yê facebookê ragihand, ji bo piştevaniya ciwanan û pêkanîna derfetên kar, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ferman da ku eger projeyên veberhênanê, ji sedî 75 kêmtir pişta xwe bi destê kar ê xwemalî ve girê bidin, mohleta projeya veberhênanê neyê dayîn.
Pêşewa Hewramanî herwiha diyar kir, di şeş mehên yekem ên îsal de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasî 628 milyon Dolar deynên kompaniyan dane, ku beriya niha ji bo mûçeyên fermanberan hatibû deynkirin.