Li Mêrsînê êrîşî mala polîsan hat kirin
Li navçeya Mezitlî ya Mêrsînê êrîşeke çekdarî li dijî mala polîsan hat kirin û di encamê de 2 polîs birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Mezitlî ya Mêrsînê êrîşeke çekdarî li dijî mala polîsan hat kirin û di encamê de 2 polîs birîndar bûn.
Li gor ajansa AAyê li navçeya Mezitlî ya Mêrsînê hin kes ji otomobîlekê daketine û piştî nêzîkî mala polîsan bûne, bi çekan gulle li polîsan berdane û polîsan jî bersiva teqeyan dane.
Hat ragihandin ku di êrîşê de 2 polîs birîndar bûn û agir bi otomobîla gumanbaran ket.
Piştî bûyerê hêzên ewlehiyê, tîmên tendirustî û agirkuj gihîştine cihê bûyerê.
Hêzên ewlehiyê, ji bo desteserkirina kesên ku êrîş encam dane, dest bi xabetên xwe kirine.