Şaneya Ragihandin û Hişyariyê ya Pêşmerge daxuyaniyek belav kir

“Ev bûyer di demekê de ye ku hêzên Pêşmerge, li ber terorîstan senger danîne û rûbirûbûyî wan terorîstan bûne."

Hewlêr (K24) - Îro çarşemê 28ê Îlona 2022yan, Îranê bi riya droneyên bombekirî û mûşekan êrîşî ser baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarokê Koye, Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê li Zirgiwêz a li Silêmaniyê û Partiya Azadiya Kurdistanê li Pirdê kirin.

Li ser vê mijarê, Şaneya Ragihandin û Hişyariyê ya Pêşmerge daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Îro 28ê Îlona 2022yan, li sînorê Mîhwera Pênc a Hêzên Pêşmerge, beşek ji sengerên pêşmergeyên Partiya Azadiya Kurdistanê, bi rêya firokeyên bêfirokevan ve hatin bombebarankirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Bombebaran bi du dema bû, dema yekem di demjimêr 10:30 xulekan de û dema duyem di demjimêr 13:30 xulekan de bû.”

Herwiha hat destnîşankirin: “Mixabin di bombebaranan de hejmarek Pêşmerge şehîd û birîndar bûn, herwiha çend rojnamevan birîndar bûn, di nav wan de peyamnêr û wênegirê kanala Kurdistan24ê.”

Şaneya Ragihandin û Hişyariyê ya Pêşmerge eşkere kir: “Ev bûyer di demekê de ye ku hêzên Pêşmerge, li ber terorîstan senger danîne û rûbirûbûyî wan terorîstan bûne, ku bûne beşek ji metirsiyên ser asayîşa niştimanî ya Iraq û Herêma Kurdistanê.”

Herwiha hatiye diyarkirin: “Em daxwaz dikin, gelek bilez ev kiryarên li ser sengerên hêzên Pêşmerge werin rawestandin.”