5 Pêşmerge di bûyereke çûnûhatinê de canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Di bûyereke çûnûhatinê li ser riya Derbendîxan – Zerayen de, 5 Pêşmergeyan canê xwe ji dest dan.

Peyamnêra K24ê Evîn Eta da zanîn, îro danê sibê li ser riya Derbendîxan – Zerayen otomobîleke Pêşmergeyan û barhilgirekê li hevdu ketin û di encamê de 5 Pêşmergeyan canê xwe ji dest dan.

Li gor zanyariyên peyamnêra me, ew Pêşmergeyên canê xwe ji dest dane ser bi Lîwaya Pênc ve ne û dema ji erkê xwe vedigeran malê, bûyera çûnûhatinê rû daye.

Fly Erbil Advertisment