Li Mereşê 7 leşker birîndar bûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê wesaîteke leşkerî wergeriya û heft leşker birîndar bûn.
Li bajarokê Nurhakê yê Mereşê, derengê şeva borî wesaîteke leşkerî ji kontrola derket û wergeriya.
Di encama bûyerê de heft leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar ji bo nexweşxaneya bajarokê Elbîstanê hatin rakirin.