Nûnerê Sine li Parlamentoya Îranê: Kurd aloziyan dernaxin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê bajarê Sine, Dîwandere û Kamyaranê yê di Encûmena Şêwra Îslamî ya Îranê de Mehdî Ferşadan rexne li xemsariya desthilatdaran ya li hember Kurdistanê girt û tekez kir ku “Kurd ne ajawegîr in”. Got jî: "Em derxistina aloziyan şermezar dikin, lê em jê bêtir, guhnedana daxwazên Kurdan şermezar dikin.”

Mehdî Ferşadan îro di rûniştina Encûmena Şêwra Îslamî ya Îranê de amaje bi bûyerên vê dawiyê yên parêzgeha Sine û gotinên Rêberê Olî yê Îranê Elî Xamineyî derbarê neteweya Kurd de da û got: “Şaristaniya pêşkeftî ya Kurdan ti carî paralelî derxistina aloziyan nebûye û bi rastî jî Kurd di dirêjahiya dîrokê de aloziyan dernaxin.”

Li gor nûçeya ajansa “ISNA” ya Îranê, parlamenterê Kurd tekez kir ku “Desthilat li şûna geşepêdana aborî û jêrxaneyê de, deyndarê Kurdistanê ye. Em derxistina aloziyan şermezar dikin, lê guhnedana daxwazên Kurdan hê bêtir şermezar dikin. Min gelek caran gotiye ku pêwîstiya Kurdistanê bi cudakariya erênî heye. Parêzgeha Kurdistanê (Sine), li ser asta Îranê, parêzgeha herî bêkarî lê heye û ji ber xirabiya jêrxaneyê dinale.”

Mehdî Ferşadan her wiha bang li desthilata dadweriyê ya Îranê kir ku ew ciwanên ku di xwepêşandanên Sine de ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî hatine girtin, serbest berdin.