Dîndar Zêbarî: Li Herêma Kurdistanê bikaranîna maddeyên hişber gihîştiye qonaxeke metirsîdar

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand, Herêma Kurdistanê ji aliyê pêketin û bikaranîn û bazirganîkirina maddeyên hişber ve gihîştiye qonaxeke metirsîdar.

Hewlêr (K24) – Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî ragihand, Herêma Kurdistanê ji aliyê pêketin û bikaranîn û bazirganîkirina maddeyên hişber ve gihîştiye qonaxeke metirsîdar.

Îro sêşemê 18ê Cotmeha 2022yan, Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, niha Herêma Kurdistanê ji aliyê pêketin û bikaranîn û bazirganîkirina maddeyên hişber ve gihîştiye qonaxeke metirsîdar, amarên li ber dest metirsîdar in, loma divê pêngavên cidî werin avêtin ji bo rêgirtina li bikaranîna bazirganîkirina maddeyên hişber.

Dîndar Zêbarî diyar kir: “Li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ew madde têne çandin û bo nav Herêma Kurdistanê têne anîn, bi rêya Herêma Kurdistanê jî, bo welatên derve têne şandin.”

Zêbarî destnîşan kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tena serê xwe nikare rûbirûyî maddeyên hişber bibe, pêwîstiya me bi ezmûn û şarezayiya welatan heye, çimkî ev diyardeyeke navdewletî ye, ji ber vê yekê em ji civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî daxwaz dikin, alîkariya Herêma Kurdistanê bikin ji aliyê têkoşîna li dijî maddeyên hişber ve.”

Herwiha ji dezgehên ragihandinê, mamosteyên olî, rêxistin û navendên perwerdehiyê daxwaz kir, xwendekar, karmend û welatiyên Herêma Kurdistanê derbarê metirsiyên bikaranîn û bazirganîkirina maddeyên hişber de hişyar bikin.

Ev daxwaza Dîndar Zêbarî di demekê de ye ku rojane li Herêma Kurdistanê hêzên ewlehiyê li navçeyên cuda cuda yên Herêmê dest datînin ser maddeyên hişber û li gor zanyariyên destpêkê, beşek ji wan maddeyên hişber ji derveyî sînorên Herêma Kurdistanê bo nav Herêmê têne şandin û beşek ji wan jî ji navçeyên naverast û başûrê Iraqê derbasî nav Herêma Kurdistanê têne kirin.