Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Stratejiya Veguherîna Dîjîtalî tê ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Cotmeha 2022an, Stratejiya Veguherîna Dîjîtalî tê ragihandin.
Her weke ku di karnameya Kabîneya Nehem de hatiye diyarkirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbend e bi pêşkêşkirina xizmetguzariyên giştî bo hemû rûniştvanên Herêmê.