Mesrûr Barzanî: Stratejiya Veguherîna Dîjîtalî bingeha avakirina siberoja Herêma Kurdistanê ye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Stratejiya Veguherîna Dîjîtalî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, yek ji mijarên herî pêş ên hikûmetê ye.
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Stratejiya Veguherîna Dîjîtalî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, yek ji mijarên herî pêş ên hikûmetê ye.
Îro çarşemê 19ê Cotmeha 2022yan, bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Stratejiya Veguherîna Dîjîtalî hat ragihandin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Twitterê peyameke vîdeoyî belav kir.
Di peyama xwe de Serokwezîr diyar kir: “Stratejiya Veguherîna Dîjîtalî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, yek ji mijarên herî pêş ên vê kabîneyê ye, ji bo dirustkirina jêrxaneke bihêz a aboriyê, ku dikare alîkarê pêşxistina hemû sektorên din be, herwiha dê bibe rêyek jî ji bo bileztirkirin û baştirkirina hemû xizmetguzariyan ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê.”
The Digital Transformation Strategy is the foundation of Kurdistan's #GovTech future, here's why. https://t.co/ahHqavUj56 pic.twitter.com/KbsXOMJsm2
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) October 19, 2022