Artêşa Tirkiyê li Diyarbekirê dest bi operasyonê kir

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, îro li Diyarbekirê operasyona bi navê “Eren Dorpêç Payîz Zivistan-3” bi beşdariya 1006 leşkeran dest pê kiriye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, îro li Diyarbekirê operasyona bi navê “Eren Dorpêç Payîz Zivistan-3” bi beşdariya 1006 leşkerên ser bi Fermandariya Cendirme û gundparêzan dest pê kiriye.

Li gor daxuyaniya ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro pêncşemê 20ê Cotmeha 2022yan belav kiriye, li parêzgeha Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê îro operasyona bi navê “Eren Dorpêç Payîz Zivistan-3” bi beşdariya 1006 leşkerên ser bi Fermandariya Cendirme û gundparêzan dest pê kiriye ku ji 61 tîmên cuda pêk tê.

Sala borî jî li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê operasyonên bi navê “Eren-Dorpêç –Zivistan” hatibûn destpêkirin û heta niha berdewam in.