Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li biryara Almanyayê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li biryara Parlamentoya Almanyayê ya li ser dirêjkirina erkê hêzên welatê xwe li Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li biryara Parlamentoya Almanyayê ya li ser dirêjkirina erkê hêzên welatê xwe li Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez pêşwazî li biryara Parlamentoya Almanyayê dikim, ji ber dirêjkirina erkê artêşa welatê xwe li Herêma Kurdistanê.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Çareseriyeke hevbeş, me bi hev ve girê dide, da ku em rê nedin zordarî li herêma me reh berde.”

Îro înê 21ê Cotmeha 2022yan, Pralamentoya Almanyayê biryar li ser dirêjkirina dema mana hêzên Almanyayê li Herêma Kurdistanê da.

Almanyayê ji destpêka serîhildana şerê DAIŞê ve ji aliyê lojîstîk û rahênan û şêwirmendiyê ve alîkariya hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê kiriye.