Hêzên ser bi Tirkiyê ve gundên Hesekê dide ber topan
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên ser bi Artêşa Tirkiyê gundên nahiya Zirganê ya li parêzgeha Hesekê dide ber topan.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve şeva borî gundên Esediyê, Dada Ebdan, El-Bobî û Niwêhat yên nahiya Zirganê topbaran kirin.
Di derbarê ziyanên vê topbaranê de heta niha ti daxuyaniyek ne hatiye belavkirin.
Di dema dawî de, êrîşên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola HSDê de zêde bûne. Di encamê de jî gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî.