Dema binçavkirina 12 rojnamegerên Kurd hate dirêjkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dema binçavkirina 12 rojnamegerên Kurd ên li bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatibûn binçavkirin, hate dirêjkirin
Duhî Sêşemê li bajarên Stenbol, Wan, Enqere, Diyarbekir û Ruhayê 12 rojnamgerên Kurd ku di ajansên Mezopotamya û JINNEWS'ê de dixebitîn, di encama operasyoeke berfireh de hatibûn binçavkirin.
Hat ragihandin ku dema binçavkirinê ya rojnamgeran bo heyama rojekê hatiye dirêjkirin.
Herwiha serdozger, biryara “nehênîbûnê” li ser dosyaya lêpirsîna rojnamgeran derxistibû û hevdîtina wan digel parêzerên xwe qedexe kiribû.