Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina çend mijaran dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî îro dicive û pirsgirêka embaran û veguheztina beşa xwareka mehane ya welatiyan, ji xalên civînê ye.

Fermangeha Medya û Zanyariyan a Herêma Kurdistanê ragihand, îro Çarşemî 26ê Cotmeha 2022an, Encûmena Wezîran Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û di civînê de çend mijaran gotûbêj dike.

Xala yekem a civînê dê ji bo pêşkêşkirina nêrîn û stratejiya Encûmena Giştî ya Xizmetguzariyê, derbarê birêxistinkirina karûbarê giştî de, were terxankirin.

Di xala duyemîn de, pêşniyara Wezareta Şaredarî û Geştûguzar a ji bo sererastkirina xişteya hejmar (5) a biryara Encûmena Wezîran a taybet bi kirêdana navçeyên pîşesazî, tê pêşkêşkirin.

Di xala sêyem de jî raporta Wezîrê Herêmê ji bo Karûbarên Pêkhateyan tê pêşkêşkirin ku taybet e bi rewşa pêkhateyên netewî yên Tirkmen û Keldanî, Siryanî û Aşûrî û pêşniyara wan ji bo danîna rojekê di salnameya fermî ya Herêma Kurdistanê de wek boneyeke fermî bi navê (Roja Pêkvejiyanê).

Xala çarem taybet e bi pêşkêşkirina raporta Wezareta Bazirganî û Pîşesazî ya derbarê kêşeya embaran û veguhestina xwareka mehane ya welatiyan e.