Encûmena Wezîran stratejiya Encûmena Xizmetguzariya Giştî pesend kir

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 26ê Cotmehê, bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.

Hewlêr (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro çarşemê 26ê Cotmehê, bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.

Di beşa yekem a civînê de Serokê Encûmena Rajeya Giştî Sîrac Barzanî nêrîn û stratejiya Encûmena Xizmetguzariya Giştî ya li ser rêkxistina wezîfeya giştî pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya hebûna Encûmena Xizmetguzariya Giştî, ku saziyeke gelek girîng e ji bo rêkxistina wezîfeya giştî û yek ji birgeyên bernameya karê Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, ji bo encamdana çaksaziya îdarî, rêkxistina mîlaka giştî ya fermanberan, sermûçe û pilebilindkirin û pêdaçûna li peykerê pêkhateyên wezaret û saziyan, bi mekanîzmayeke zanistî û guncawtir û di çarçoveya yasayên berkar de, ji bo pêşvebirina jêrxana hikûmetê di mijara rêkxistina mîlak û dirêjepêdana reforma îdarî û rêkxistina pilebilindiya xizmeta fermanberan di sektora giştî de li gor pêwîstî û pisporiyê û diyarkirina pile û wesfê wezîfeya fermanberan li nav saziyên hikûmetê.

Encûmena Wezîran piştî gotûbêj û danûstandina fikr û ramanan, nêrîn û stratejiya Encûmena Xizmetguzariya Giştî pesend kir û herwiha ew encûmen bi gotûbêjkirina mijara damezrandina kesên xwedî bawernameyên bilind û karmendên girêbest li saziyên Herêmê, hat erkdarkirin.

Di beşa duyem de, Wezîrê Şarevanî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî ji bo rêgirtina li bihederkirina milkê giştî, derbarê sererastkirina şêwaza kirêdana deverên pîşesaziyê de, pêşniyareke wezareta xwe pêşkêş kir, ku ji bo pêşvebirina proje û çalakiyên pîşesaziyê, hêsankariya pêwîst li ber çavan were girtin û rê li wan kesan neyê dayîn ku xwedî ti pîşe û çalakiyên pîşesaziyê nînin, bi awayekî nerewa, sûd ji wan erdên projeyan werbigrin û ziyanê bigihînin berjewendiya giştî.

Piştre, Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf raportek li ser rewşa pêkhateyên netewî yên Tirkmen, Kildanî, Suryanî, Asûrî, Ermen û pêşniyara wan ji bo cîgirkirina rojekê weke boneyeke fermî li Herêma Kurdistanê bi navê "Roja Pêkvejiyanê" pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li girîngiya pêşvebirina kultûra pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda yên Kurdistanê kir, ku bûye sîmayeke geş û havêna şanaziya her kesî û diyar kir ku her çi pêwîst be ji bo pêşvebirina kultûra pêkhateyên cuda, em ê bikin, ji bo zêdetir nêzîkbûna hev a pêkhateyan û dewlemendkirina kultûra pirrengî ya Kurdistanê û xizmetkirina hemû welatiyên Kurdistanê bêyî ciyawazî.