Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ligel gelê Koreya Başûr nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji ber mirina hejmareke mezin ji welatiyan di şahiyekê de li bajarê Seul a Koreya Başûr, peyameke sersaxiyê belav kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Şemiyê 29ê Cotmeha 2022an li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” peyameke hevxemiya ligel gelê Koreya Başûr nelav kir.
Di peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de hat gotin: “Ez ji ber mirina trajîk a hejmareke mezin a welatiyan di dema ku pîrozbahî dikirin de, gelekî xemgîn im.”
Îro di qerebalixiya ahengên Halloween de, nêzîkî 120 kesan li Seoul paytexta Koreya Başûr canê xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.