Di ahengên Halloweenê de li Koreya Başûr bi dehan kesan canê xwe ji dest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Seoul paytexta Koreya Başûr îro di qerebalixiya ahengên Halloween de, nêzîkî 120 kesan canê xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Medyaya Koreya Başûr belav kirin, bi dehan kes li herêma Itaewon li Seûlê tûşî kirîza dil bûne, ku bi hezaran kes li wê derê bi boneya Halloween kom bûbûn.

Ajansa nûçeyan a Yonhap ragihand, qurbanî di merasima Halloween de rastî qelebalixiyê hatin.

Serokê Koreya Başûr Yoon Seok-Yeol bang li nexweşxaneyan kir ku ji bo wergirtina birîndaran, di rewşa amadebaşiyê de bin.

Wêneyên ku ji hêla medyaya Koreya Başûr ve hatine weşandin nîşan didin ku zêdetirî bi dehan kes li kolanekê dirêjkirî ne û tîmên hawarhatinê hewla alîkariyê didin û polîsan jî cihê bûyerê dorpêç kirine.

Halloween cejnek e her sal li gelek welatan di şeva 31ê Cotmehê de tê kirin, di vê boneyê de cilûbergên biyanî û maskên tirsnak tên lixwekirin.

Encyclopedia Britannica dibêje ku koka Halloween vedigere nêzî hezar salî. Ew di eslê xwe de boneyeke olî bû, lê ew bi demê re her ku diçe sekuler dibe, heya ku taybetmendiyên wê yên olî hema hema winda bûne.