Tirkiye karwaneke leşkerî ji herêma "kêmkirina rageşiyê" vekişand

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye karwaneke din a leşkerî ji herêma “kêmkirina rageşiyê” ya li Idlibê ber bi axa Tirkiyê ve vekişand. Di 3 rojan de ev karwana duyemîn e ku Tirkiyê ji wê herêmê vedikişîne.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, Tirkiyê karwaneke leşkerî ji devera “kêmkirina rageşiyê” ber bi axa welatê ve vekişand, ev karwan jî ji 7 tank û 10 wesaîtên zirxî, 15 otobusên leşkeran pêk dihat.

Diyar kir jî, roja 26ê Cotmehê karwaneke leşkerî ya hêzên Tirkiyê ji gundewarê başûrê Idlibê vekişiya ku ji 10 tank, hejmarek wesaitên zirxî û 15 otobusên leşkeran pêk dihat.

Li gorî Rewangehê, ev pêngava vekişandina hêzên Tirkiyê di çarçoveya siyaseta Tirkiyê ya kêmkirina hejmara hêzên xwe yên li herêma “kêmkirina rageşiyê” de tê, ku sê salan aramiyek li herêmê peyda bûye.

Sînorên herêma çaremîn a kêmkirina rageşiyê li Idlibê, di gera şeşemîn a danûstandinên Astanayê de di Îlona 2017an de hatin xêzkirin, û parêzgeha Idlibê, ligel hin deverên ji gundewarê Heleb, Hemayê û Laziqiyê li xwe digire.