Yekgirtûya Îslamî: Çareserkirina pirsgirêkan erkê hemû aliyan e

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir û ligel Sekreterê Giştî yê wê partiyê rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kir. Piştî civînê Berdevkê Yekgirtû daxwaz ji aliyên siyasî kir ku pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin û bi berpirsyarî serederiyê bi gel û ezmûna Herêma Kurdistanê re bikin.

Tîma wezarî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro 30î Cotmeha 2022an serdana Polîtburoya Yekgirtûya Îslamî li Hewlêrê kir û ligel Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn û endamên Polîtboriya wê partiyê civiya.

Piştî civînê, Berdevkê Yekgirtûya Îslamî Xelîl Îbrahîm ji rojnamevanan re ragIhand: ‘’Nabê rê bê dayîn ku derzên zêdetir di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de çêbibe. Ji ber rewşa siyasî û ewlehiyê hestyar û çarenivîssaz e.”

Her wiha got: “Pêwîst e PDK û YNK û hemû alî bi berpirsyartî, zanayî û bi dûrbînî li pirsgirêkan binêrin û hewla çareseriya wan bidin. Ev berpirsyariya hemû aliyan e.”

Xelîl Îbrahîm got: “Em wek Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji bo me giring e pirsgirêk ji bo Herêma Kurdistanê çênebin û bi me giring e ew aliyên ku desthilat di dest wan de ye, bi awayekî berpirsyarane serederiyê li hember xelk û ezmûna Herêma Kurdistanê bikin û pirsgirêkan jî bi rêya gotûbêjan çareser bikin, ji bo rewş ber bi xirabtirbûnê ve neçe.”

Fly Erbil Advertisment