11 Kurdan xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoyê xwe namzed kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Di du rojên bê de, hilbijartina Parlamantoya Danîmarkayê tê kirin, 11 Kurdan jî bi fermî xwe ji bo hilbijartinên Parlamentoyê xwe namzed kirine.

Peyamnêra K24ê li bajarê Kopenhagê yê Danîmarkayê da zanîn, hilbijartinên Parlamentoya Danîmarkayê dê roja 1ê Mijdara 2022an bi beşdariya 18 aliyên siyasî birêve biçe.

Peyamnêra me diyar kir jî, 11 Kurdan ji çend partiyên cuda bi fermî xwe bo hilbijartinên parlamentoya Danîmarkê namzed kirine. Hin ji wan cara duyemîn e ku namzet in û berê parlamenter bûn, yên din jî cara yekem e ji aliyê partiyên xwe ve dibin namzed.

Li Danîmarkayê hejmareke mezin ya Kurdan heye û kurdên ku ji bo parlementoyê kirine namzed ji her çar parçeyên Kurdistanê ne. Peyamnêra K24ê got, bi berçavgirtina rêjeya welatiyên Kurd li welat, şanseke baş ya serkeftinê namzedên Kurd hene.

Navên namzedên Kurd:

1- Serdal Benli - Partiya Sosiyala Gel ya Danîmarkî

2- Helime Oguz - Partiya Sosiyala Gel ya Danîmarkî

3- Sazan Germiyanî - Partiya Kesk

4- Araz Khan - Partiya Çep

5- Yildiz Akdogan - Sosiyal Demokratîk 

6- Hediye Temiz - Partiya Çep a Radîkal

7- Esat Sentûrk - Çep a Radîkal

8- Jamîl Bozo - Demokrata Xirsitiyan

9- Îbrahîm Benlî - Lîsteya Yekgirtû

10- Necla Baran - Lîsteya Yekgirtû

11- Lars Aslan Rasmussen - Sosiyal Demokratîk

Li hinek cihan dengdana pêşwext hatiye kirin û li gor amarên destpêkê, çepgiran piraniya dengan bidest xistine, lewma tê çaverêkirin ku çepgir dîsa di hilbijartinên parlamentoya Danîmarkayê de bi ser bikevin.

Parlamentoya Danîmarkayê ji 179 kursiyan pêk tê. Ji ber ku di dema borî de partiyeke çepgir ji nava desthilatê vekişiya, Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederiksen, banga hilbijartinên pêşwext di 1ê Mijdara 2022an de kir.