Li Kerkûkê bombeyeke vedayî teqiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Kerkûkê bombeyek teqiya û di encamê de çend kes birîndar bûn.
Jêderekî ewlekarî ji K24ê re ragihand, li Kerkûkê di encama teqîna bombeyeke vedayî de, 4 kes birîndar bûne.
Wî jêderî da zanîn, bombe li nêzîkî goristanekê teqiya ye.
Di vê derbarê de Polîsa Kerkûkê diyar kir, di nav birîndaran de 3 zarok û efserek polîs hene.