7 sal di ser damezirandina Kurdistan24ê re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro heft sal di ser damezirandina Kurdistan24ê re derbas dibin. Kurdistan24 di vê heyamê de wek medyayeke pispor kariye bi awayekî profesyonelî nûçe û zanyariyên li Kurdistan, navçe û cîhanê veguhêzîne û di mijarên netewî û niştimanî de roleke wê ya girîng hebû.

Rêveberê Giştî yê Saziya Kurdistan24ê Ehmed Zawîteyî di vê bîranînê de got: “Armanceke me ya mezin heye. Em dixwazin rûmala xwe bigihînin hemû cîhanê. Armanca me ya herî mezin ew e ku em bi temaşevan, xwendevan û guhdarên xwe re rastgo bin. Dibe ku em negihin hemû rastiyan an jî hemû rastî negihin me. Lê ya girîng ew e ku em tiştê em bibêjin, rast be. Îro gotara medyayî ya kanalên nûçeyan, metirsiyeke mezin li ser temaşevanan çêdike, eger em nûçeyan pênase nekin, em nizanin çi dibe nûçe.”

Got jî: “Her babetek ku sûda manewî û zaneyî ji temaşevanên me re nebe, ji me re nabe nûçe, berûvajî wê, ew ê sûda manewî û zaneyî tê de be, ji bo me dibe nûçe û rapor.”

Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê dibêje: “Di sala heştem a Kurdistan24ê de, em xwe amade dikin ku guhertinan di kanala xwe de bikin, da ku xizmeta temaşevanên xwe bikin.”

Kurdistan24 bi rêya toreke berfireh a rojnamevanan li Kurdistanê û piraniya welatên cîhanê bûyeran bi lez û bêalî dişopîne. Pêdaçûnên hûr çirke bi çirke li ser babetên ku cihê giringiya pêkhateyên Kurdistanê ne dike, hevsengî, babetîbûn û berpirsiyariyê di rûmal û pêdaçûnên rojnamevî de peyrew dike û li gorî pîvanên hevpar ên medya û êtîkêta rojnamegeriyê kar dike. Kurdistan24 ji bo belavkirina çanda lêborînê, pêkvejiyan, aştewayî, demokrasî, dadperwerî û parastina mafên mirovan li Kurdistanê kar dike. Ew ji bo belavkirina çanda parastina jîngehê, perwerdehiya tendirut û bilindkirina girêdana tak bi ax û welat kar dikin. Kurdistan24 mafê derbirînê ji hemû pêkhateyên cuda ên Kurdistanê û navçşeyê re, bêyî cudahiyên wan ên hizrî, olî, mezhebî û etnîkî dabîn dike û bîra serxwebûna Kurdistanê pêş dixe.

Kurdistan24 di 31.10.2015an de hatiye damezirandin, bi rêya kanala televizyonî, platformên medyaya civakî û radyoyê, hewl daye bi awayekî pîşeyî û niştimanî serederiyê bi nûçe û zanyariyan re bike. Kurdistan24 di heyama karê xwe de, bûye çavkanî ji beşek medyayên cîhanê re.

 

Fly Erbil Advertisment