Arteşa Tirkiyê li bajarê Çêwlikê dest bi operasyoneke nû kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Arteşa Tirkiyê li bajarê Çêwlikê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû kir.

Arteşa Tirkiyê dirêjiyê dide operaysonên xwe yên Payîzê yên li dijî gerîlayên PKKê û piştî Şirnex, Dêrsim, Colemêrg û Mûşê vê carê jî lî Çêwlikê dest bi operasyoneke nû kir.

Li gor zanyriyan, 464 endamên hêzên ewlakriyê beşdarî operasyona nû ya arteşa Tirkiyê dibin.