Li Îzmîrê 20 ciwanên çepgir hatin desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Îzmîrê ya Tirkiyê, 20 ciwanên çepgir ku li dijî binpêkirina mafê mirovan pêşengeha wêneyan saz kiribûn, hatin desteserkirin

Li bajarê Îzmîrê ya Tirkiyê hejmarek ciwanên çepgir bi pêşenegeheka wêneyan li dijî binpêkirina mafê mirovan a li Tirkiyeyê, girtina Seroka Yekîtiya Bijîşkan Şebnem Korur Fîncanci û bikaranîna çekên qedexe ji aliyê arteşa Tirkiyê ve pêşengeheka wêneyan saz kirin.

Hat ragihandin, polîsan destêwerdanek tund lê çalakiyê kirin û 20 ciwan desteser kirin.

Seroka Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci ji ber axaftinên xwe yên li ser îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve li dijî PKKê, derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û roja 26ê Cotmeha borî hatibû desteserkirin.